Helwestên cuda ser teqekirina di dema şîvxwarina salane ya Peyamnêrên Koşka Spî de, li Washingtona paytext, ji kesayetî, partîyên siyasî û civaka sivîl derketin.
Serok Trump bûyer wekî "êrîşek takekesî" bi nav kir û pesna bersivdana lezgîn a hêzên ewlehîyê da. Wî ev bûyer wekî belgeyekê nîşan da ku kesayetên payebilind her ku diçe dibin armanca êrîşan.
Berpirsên hêzên ewlehî û parastina serokê Amerîkayê, got ku rewş zû hatiye kontrolkirin, û rewşa ewlehîyê dê were nirxandin.
Serokê Civata Nûneran Mike Johnson bûyer wekî "pirsgirêkeke ewlehîyê ya cidî" bi nav kir û daxwaza berpirsiyarîyeke cidî kir.
Serokê Kêmîneya Demokrat di Civata Nûneran de Hakeem Jeffries behsa zêdebûna tundûtûjiya siyasî kir û daxwaza nermkirina gotarên siyasî kir.
Senatorê Komarî Mitch McCannell jî bal kişand ser pirsgirêkên ewlehîyê û daxwaza lêpirsînek berfireh kir da ku were fêmkirin ka sûcdar çawa ketîye hundir.
Chuck Schumer rêberê demokratan di senatoyê de êrîş wekî "êrîşek li dijî sazîyên demokratîk" bi nav kir û daxwaza nirxandina tedbîrên ewlehîyê kir.
Senatorê Ohioyê Bernie Moreno, ku di çalakîyê de amade bû, got "Me baştirîn hêzên ewlehîyê li ser rûyê erdê hene. Ew qehremanên rastîn in ku piştgirî, rêz û hezkirina bê sinor heye."
Kongresmenê Cincinnati Greg Landsman di Xê de got "Ez ji bo kiryarên bilez û pir wêrek ên hêzên ewlehîyê spasdar im, divê em hemî spasîya qehremanîya wan bikin."
Serokê FBIyê Kash Patel, ku wekî mêvan li wir bû, di dema bûyerê de rol lîst û ji amadebûuan xwest xwe biparêzin.
Patel serê sibeya Yekşemê di peyamekê de got "Ez serbilind im ku ji bo Serok Trump dixebitim, ku piştgirekî xurt ê hêzên ewlehîyê ye li seranserê welêt, û serbilind im ku vê ajansê dimeşînim ku 24 demjimêran di 7 rojên giştî yên hefteyê ji bo parastina Amerîkîyan dixebitin."
Parêzgarê Ohioyê Mike DeWine jî nivîsand, "xanima min Fran û ez ji bo ewlehiya domdar a Serok û Xanima Yekem, Cîgirê Serok, û her kesê ku wê şevê li resepsiyon û otêlê amade bû dua dikin."
Kamala Harris Cîgira Serokê berê yê Amerîkayê bûyer weke "Bêzarîyek mezin" bi nav kir û tekezî li ser yekîtîyê kir.
Ron DeSantis, endamê berê yê Civata Nûneran girîngîya xurtkirina hêzên ewlehîyê dubare kir.
Alexandria Ocasio-Cortez jî bûyer wekî encama tundûtûjî û dijberiya siyasî bi nav kir.
Di nav karsazên navdar de, Elon Musk gotara fermî ya Koşka Spî ku banga Serok Trump ji bo çareseriyek aştiyane ya nakokiyan dihewîne, ji nû ve parve kir, di heman demê de serokê desteya UFC Dana White, ku beşdarî merasîma şîvxwarinê bû, di vîdyoyekê de got ku ev ezmûnek bêhempa bû.
Kesayetîyên navdar ên ji cîhana medyayê jî bertek nîşan dan. Pêşkêşvanê CNN Andersen Cooper bûyer wekî "nêzîkî karesatê" bi nav kir û pêşkêşvana Amerîkî Megan Kelly bi tundî rexne li nebûna parastinê kir.
Bill O'Reilly, pêşkêşvanê naskirî jî ramana xwe li ser rewşê parve kir û diyar kir ku ew û hevkarên wî ewle ne.
Rêxistinên civaka sivîl jî li dijî bûyerê helwest girtine. Rêxistinên azadîya çapemenîyê yên wekî Komîteya Parastina Rojnamevanan û Rojnamevanên Bêsînor gotin ku bûyer nîşana bilindbûna metirsîyê ye ji bo rojnamevanan, bi taybet di bûyerên siyasî yên mezin de.