Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Zelenskyy li Davosê Civiyan


Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy
Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy

Serokê Amerîka Donald Trump û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Pêncşemê li Foruma Aborî ya Cîhanê li Davosê, Swîsreyê, piştî çend mehan ji hewldanên dîplomatîk ên bi pêşengîya Amerîkayê ji bo rawestandina dagîrkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, civiyan.

Trump piştî civîna bi serokê Ukraynayê re ji rojnamevanan re got, "Min civînek pir baş bi serok Zelenskyy re hebû. Her kes dixwaze şer bi dawî bibe."

Wî destnîşan kir ku ew "bi Rûsyayê re dicivin, ew ê sibê pêk were û em ê bi serok Putin re jî bicivin."

Biryar e ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff û zavayê serok Trump Jared Kushner roja Pêncşemê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicivin da ku li ser planeke aştîyê ya 20 xalî bi pêşengîya Amerîkayê ku li ser "peymanên erdê" ye, danûstandinan bikin.

Her çendî Witkoff di du mehên borî de nîşan bi pêşketineke girîng dabû, heta dema belavkirina vê raportê ti hûrguliyên civînê nehatine weşandin.

Di destpêka vê hefteyê de, dema ku ji Witkoff hat pirsîn ka ew bawer dike ku Putin aştîyê dixwaze, wî got ku ew hîn jî li ser çareserîyekê geşbîn e.

Nûnerê taybet got, "Em her kesî nêzîktir dikin ... hêvîdar im ku di demek nêzîk de tiştek baş hebe ku em ragihînin."

Rûsyayê berê nîşan bi wê yekê dabû ku ew ê tenê bi şertên Moskowê aştîyê qebûl bike û ti peywendîya xwe bi agirbestê nîşan nedaye, daxwaza kontrolkirina deverên dagirkirî li rojhilatê Ukraynayê û kêmkirina girîng a şiyanên leşkerî yên Ukraynayê kiriye.

Ukraynayê gotiye ku ew ji bo parastina welêt ji êrîşeka Rûsyayê ya siberojî, serwerî û garantiyên ewlehiyê ji Rojava dixwaze. Piştî êrîşên Rûsyayê ku piraniya binesazîya enerjîyê ya Ukraynayê wêran kirin, welat bi qutbûnên elektrîkê yên berdewam re rû bi rû maye, ku gelek Ukraynî bê elektrîk û germahî di pileyên bin sifirê û şert û mercên zivistanê yên dijwar de hîştine.

XS
SM
MD
LG