Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokratên Civata Nûneran Dest bi Peyvojaya Împîçkirina Trump Dikin


Civata Nûneran ya li avahîya Kongerasa Amerîka - Capitol Hill
Civata Nûneran ya li avahîya Kongerasa Amerîka - Capitol Hill

Demokratên Kongresa Amerîka îro Duşemê bi armanca împîçkirina Serok Donald Trump dest bi peyvajoyê kirin.

Di encama peyvajoya qanûndanînê ya bo hefteyekê dikare bi dengdanekê bidawî bibe ku di dîroka Amerîka de ewê Trump bibe serokê yekane ku du caran bê dadgeh kirin.

Bi hezaran alîgirên Trump hefteya borî, dema ku qanûnderan serfirazîya serokê hilbijartî Joe Biden ya di hilbijaritna seroktîyê de êre dikirin, êrîşê Kongresa Amerîka kirin.

Di encama êrîşa xurt ya hemberî navenda demokrasîya Amerîka de pênc kes hatibûn kuştin.

Ev tundûtûjî piştî ku Trump ji alîgirên xwe xwest ku li pêşîya Kongresa Amerîka xwepêşandaneke dar bixin ku li wir wî îdayên nerast dubare kir û got ku têkçûna wî ya hilbijartinê ne reva ye.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, gelek qanûndanerên Demokrat û hejmarek girîng yên Komarî dibêjin pêdivî ye bi Trump neyê bawer kirin ku dema xwe ya seroktîyê temam bike ku di 20 Çile ya 2021'an de bidawî dibe.

"Di parastina Qanûna Bingehîn xwe û Demokrasîya xwe de, emê bi lezgînî tevbigerin, jiber ku ev Serok jibo her duyan jî gefek nêz e", Pelosi roja Yekşemê ji hevkarên xwe yên Demokrat yên Civata Nûnera re nivîsî.


Bi dehan kesên ku êrîşê polîsan kirin, dizî compîter dizîn û camên Capitol şikestin bi tawanvbarîya şidetê hatine girtin, û karbidestan 25 lêpirsînên terorîzma navxweyî vekirinin.

Îro saet 11:00 de, qanûndaner pêşnivîseke biryareke ku anînin Civata Nûneran ku ji Cîgirê Serok Mike Pence dixwaze ku qanûna 25' an ya bingehîn destûrê bide Cîgirê Serok û kabîneya wî ku Trump ji seroktîyê dûr bixînin.

Dengdaneke bo roja Sêşemê tê pêşbînî kirin.

Ofîsa Pence bersîva pirsên di derbarê mijarê de neda.. Çavkaniyekê got ku hefteya borî ew dijî vê ramanê bû.

Heke Pence tevnegere, Pelosi got ku Civata Nûneran dikare deng bide ku Trump jibo tawanbarîya serhildanê were împrîç kirin.bihêle. Ew dengdan dibeke di dawrîya hefteyê de pêk were.

Hewldana herî dawî ya Demokratan ya bo împîçkirina Trump bêyî piştgirîya du partîyan rûbirûyê astengiyên serketinê ye.

Heya niha, tenê çar qanûndanerên Komarî bi eşkereyî piştvan bi eşkereyî ya xwe eşkere kirinin.

Qanûndanerên ku doz împîçkirinê amade kirinin dibêjin ku wan piştgirîya herî kêm 200 ji 222 Demokratan bi dest xistinin.

Biden heya niha ser peyvajoya împîçkirinê şîroveyeke nekirîye, û dibêje ev mijarek Kongresê ye.

Heke Civata Nûneran bo cara dudya Trump tawanbar bike, Senato dê van tawanan berîya 19'ê Çile ewê nîqaş neke ku roja dawî ya seroktîya Trump e.

Trump piştî êrîşê bi daxuyanîyeke vîdyoye qabûl kir ku ewê di 20' Çile de rêveberîyek nû dest bi kar bike.Lê, ew derneket pêş raya giştî.

Hevdem, Twitter û Facebook bi sedema xetera ku Trump şîdetê teşwîq dike, hesabên wî medya civakî rawestandin.

Dadgehkirina bo împiçkirinê di heftên ewil yên seroktîya Biden de, dê Senatoyê kilît bike, serokwezîrê nû wezîrên Kabîneyê xwe dîyar bike û dest bi karanîna polîtîkayên xwe yên dijê vêrusa korona bike.

Endamê Civatê yê Demokrat Jim Clyburn yê, pêşnîyar kir ku desteya wî dikare ji wê pirsgirêkê bi çend mehan piştve bixîne û piştre bişîne Senatoyê.

Cezakirineke dê li Trump wî qedexe bike ku di 2024'an de careke din jibo seroktîyê bibe berbijer.

Gelek kompanîyên Amerîkî yên navdar, wek Marriott International Inc û JPMorgan Chase & Co, ragihandin ku ewê bexşandinêne bo 150 qanûndanerên Komarî ku dijî erêkirina serfirazîya Biden deng dane, bidin sekinandin ser pirtir pîvanan disekinin.

Washington berîya roja merasîma jibo destpêkirina seroktîya Biden tedbîrên gelek girîng yên berfireh digire.

Bi çandî di wê rojê de bi sed hezaran kes têne paytext, lê jiber pandemîya COVID-19 ya xeter, îsal ev bernama gelek hatîye sînordar kirin.

Reberê Demokratan yên Senatoyê Chuck Schumer, ku piştî Biden û Cîgira Serokê Hilbijartî Kamala Harris dest bi kar bikin, dê bibe serokê piranîyê roja Yekşemê got ku gefa ji komên tundrê hîn jî bilind e.

XS
SM
MD
LG