Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Abe dê Berî Hilcivîna Sîngaporê Bicivin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe bi rêka telefonê axifîn.

Her du rêber berî hilcivîna Amerîka – Koreya Bakur, ku li ber e di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê li dar keve, dê kom bibin.

Şandeyên Amerîka û Koreya Bakur, bo amadekarîya hilcivînê li herêma bêçek ya di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de kom bûn. Hevdîtina her du şandeyan dê heta sibê Sêşemê bideome.

Amerîka dixwaze ku Koreya Bakur bi şertê ku lê venegere hemî çekên navokî pûç bike, lê Pyongyang çekdanîna yekalî red dike û dixwaze ku Nîvgirava Kore ji çekên navokî were paqij kirin.

Serokê Trump roja Pêncşemê dabû zanîn ku hilcivîn betal bûyê, lê piştre careke din gumana hevdîtina Amerîka û Koreya Bakur çêbûbû.

Çapemenîya Koreya Bakur dabû zanîn Kim Jong Un dixwaze ku bi Trump re bicive.

XS
SM
MD
LG