Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Abe Ser Hevkarîya Leşkerî Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump serdana xwe ya Japonya, ku çar rojan ajot, temam kir.

Trump û Serokwezîr Japonya Shinzo Abe dîyar kirin ku her du dewlet divê hevkarîya leşkerî xurt bikin.

Abe, roja Sêşemê li gemîyeke helîkopteran pêşwazîya Trump kir.

Li ber e ku heman gemî piştî demeke kin bo firokên F-35 yên Amerîkî were karanîn.

Her du serokan bê ku navê Çînê bidin behsa xirabbûna ewlekarîya li herêmê kirin û dan zanîn ku Amerîka û Japonya dê dijî gefan berevanîya xwe xurttir bikin.

XS
SM
MD
LG