Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Abe Serokwezîrê Herî Baş yê Japonya Ye


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe, ku hefteya borî jiber kêşeyên saxlemîyê karvekişîna xwe ragihandibû, bi rêka telekonferansê axifîn.

Cîgirê Berdevikê Qesira Sipî Judd Dere dîyar kir ku Serok Trump bo Abe gotiye ku ‘’serokwezîrê herî baş yê Japonya’’

Jêderên serokwezîrîya Japonya jî ragihandin ku Trump û Abe ser karvekişînê danûstandin kirine. Li gor wan jêderan, Abe jiber danûstandinên di navbera Japonya û Amerîka de spasîya Trump kiriye.

Trump ser karvekişîna Abe gotibû ku ‘’hevalekî pir rind e’’ û dîyar kiribû ku ew jiber karvekişîna wî ketiye xeman.

Shinzo Abe roja Înê bi preskonferansekê dîyar kiribû ku ew jiber kêşeyên saxlemîyê karvekişîna xwe radigihîne.

Abe, hefteya borî bûbû serokwezîrê Japonya yê herî zêde li ser kar maye. Ew di sala 2007’an de jî jiber nexweşîya ulseratîf kolît ji serokwezîrîyê vekişîbû, lê piştî dermankirinê di sala 2012’an de jinûve dest bi kar kiribû.

XS
SM
MD
LG