Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Plana Aborîyê ya Sê Qonaxî Eşkere Kir


Serokê Amerîka Donald Trump ser aborîyê planeke bi sê qonax eşkere kir.

Donald Trump berê walîyên eyaletan ser planê agahdar kir û dûre hûrgilîyên wê bi preskonferanseke li Qesira Sipî ragihand.

Trump kir ku hemî eyalet ji hev cihê ne û da zanîn ku hin ji wan dê di demeke kin de dest bi karên aborî bikin û hinên din jî derengtir.

Wî bang li walîyên eyaletan kir ku li gor daxwazên xwe demûdest tevbigerin.

Li gor planê, eyaletên Amerîka yên ku hejmara wan ya pêketîyên vîrusa korona yên nû, du hefteyan li ser hev dadikevin, dê karibin dest bi plana aborî ya bi sê qonaxan bikin.

Bo qonaxa du û ya sêyê destpê bikin jî divê hejmara pêketîyan du hefteyan li ser hev dakeve.

Di qonaxa yekê de dibistan dê girtî bin, qedexeya bo serdana li malen kal û pîran dê bidomin û hin beşên din yên nexweşxaneyan dê vebin.

Di qonaxa duyê de serdanên din yên xêncî yên mecbûrî jî dê destpê bikin. Lê kompanî dê bala xwe pirtir bidin ser xebata ji malê. Dibistan dê jinûve vebin. Dermankirinên din yên li nexweşxaneyan dê destpê bikin.

Di qonaxa sêyê de dê jîyana rojane ya normal destpê bike lê de herkes ser paqîjî û mesafeya civakî were hişyar kirin.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka pirtir ji 670,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 33,286 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG