Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Dibe ku Ew Serdana Afganistanê Bike


Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê, di dema axaftina Roja Spasdarîyê de bi rêka telefonê ji leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê re got ku got “dibe ku ew serdana Afganistanê bike.”

“Ezê te li Washingtonê bibinim. Û belku jî ez dikarim te li wê derê bibinim. Mirov qet nizane çi wê biqewime,” Trump ji generalekî Hêzên Esmanî yê Amerîkî re got.

Serokê Amerîkî ku di heman demê de serfermanderê giştî yê hêzên çekdar yên Amerîkî ne, pir caran serdana cîhên ku leşkerên Amerîkî lê hene, dikin, lê ew serdan jiber sedemên ewlekarî ji berê ji nayên eşkere kirin.

Trump heta niha serdanake wiha nekiriye, lê cîgirê wî Mike Pence meha Berfanbara sala borî bi awayê neragihandî serdana Bingeha Esmanî ya Bagram ya Afganistanê kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku nêzî 14,000 leşkerên Amerîkî li Afganistanê hene û di bin fermandarîya NATO de xizmetên cihêrengî didin.

XS
SM
MD
LG