Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku danûstandinên Afganistanê baş diçin, piştî ku karbidestên Amerîkî berî çend rojan gotibû ku di hewilên dawîkirina şerê 17 salan de pêşveçûnên girîng hatin destxistin.
Trump ser Twitterê got ku danûstandin baş didomin, lê wî qala rêketineke bi Talîbanê re û hebûna hêzên Amerîkî ya li Afganistanê nekir.
Nûnerê taybet yê Amerîka bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad ji New York Times re gotibû ku Amerîka û Talîbanê ser çarçoveya peymaneke aştî de li hev kiriye, lê heta niha Talîbanê ti daxuyanî nedaye.
Karbidestekî rêvebirîya Trump meha borî gotibû ku Serok Trump hizir dike ku pirtir ji 5,000 leşkerên Amerîkî ji Afganistanê vekişîne ku bi giştî 14,000 hêzên Amerîkî li wî welatî hene.