Serokê Amerka Donald Trump îro Pêncşemê bi awayekî surprîzî serêdana Afganistanê kir û Roja Spasdarî ya leşkerên Amerkî yên li wî welatî pîroz kir.
Trump pir caran soza vekişandina hêzên Amerîkî ji Afganistanê dabû û serêdana wî di vê demê de tê ku şerê navbera hikûmeta Afghanî û rêxistina tundrê Talîbanê xetimîye, bê ku ti alî serketî bin.
Nêzî 15,000 hêzên Amerîkî û yên NATO li Afganistanê ne û piştgirîya hikûmeta Afganî dikin.