Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Alîgirên Xwe Kir ku Vegerin Malê


Serokê Amerîka Donald Trump bi vîdeoyeke ji Twitterê bang li alîgirên xwe kir ku vegerin malên xwe.

Trump di axaftina xwe de careke din îdia kir ku di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de sextekarî çêbûne.

‘’Em dizanin ku hûn xemgîn bûne, em bi hilbijartineke ji me hat dizîn re rûbirû man. Ew hilbijartin bi ferqeke mezin hatibû qezenc kirin. Herkes vê yekê dizane, bi taybetî alîyê din. Lê divê hûn niha vegerin malê.’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku ew dizane ku alîgirên wî çi hîs dikin, ew ji wan hez dike, lê divê ew bi awayekî aştîyane vegerin malê.

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden ji Trump xwestibû ku derkeve weşana zindî û bang li alîgirên xwe bike ku dorpêça li Kongresê bi dawî bikin.

Biden gotibû ku demokrasîya Amerîka di bin ‘’êrîşeke bêhampa’’ de maye.

XS
SM
MD
LG