Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bernivîsa Ser Paketa Alîkarîyê Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump bernivîsa ser paketa alîkarîyê û budçeya demkî îmza kir.

Ew bernivîsa 2,3 trîlyon dolarî, ku 900 hezar dolarên wê paketa alîkarîyê ya vîrusa korona ye, piştî danûstandinên demdirêj yên Demokrat û Komarîyan li Kongresê hatibû pejirandin lê Trump ser îmzanekirina wê gef xwaribûn.

Li gor bernivîsê alîkarîya rastexwe ya bo hemwelatîyên Amerîka yên salê ji 75,000 dolar kêmtir qezenc dikin, 600 dolar e, lê Trump xwestibû ku ew 2000 dolar be.

Trump, ku bo betlaneya Neolê li tesîsên Mar-a-Lago ya eyaleta Florîda ye, dîyar kir ku wî bernivîs jiber têkoşîna dijî vîrusa korona îmza kiriye.

Wî da zanîn ku bi îmzakirina bernivîsê re dema alîkarîyê ya bo bêkaran hatiye dirêj kirin, bo kirêdaran piştgirî çêbûye, ewê bo firoşgehan jî destek were dayîn û bo belavkirina vaksîna vîrusa korona jî zêdetir pere hatiye veqetandin.

Bi bernameya têkoşîna dijî vîrusa korona, bi qasî 14 mîlyon hemwelatîyên Amerîka alîkarîya bêkarîyê distînin û dema wê roja Şemîyê bi dawî bûbû, lê bi îmzakirina Trump dema alîkarîyê heta Adara 2021’an hat dirêj kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Kongresa Amerîkî di Adara 2020’an de jî paketa alîkarîyê ya 2,2 trîlyon dolarî pejirandibû.

XS
SM
MD
LG