Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Amerîka Dê ji Peymana Bazirganîya Çekan ya Navneteweyî Vekişe


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ewê welatê xwe ji Peymana Bazirganîya Çekan ya Navneteweyî vekişîne.

Trump li Indianapoli di civîna Yekîtîya Çekan ya Neteweyî de got ku ewê wê peymanê nepejirîne û ji Civata Senatoran jî xwest ku peyvajoya pejirandinê rawestîne.

Wî da zanîn ku ewê di demekê nêz de nameya vekişînê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişînin.

Peymana Bazirganîya Çekan ya Navneteweyî di sala 2013’an de ji alîyê serokê berê Barack Obama ve hatibû îmza kirin.

XS
SM
MD
LG