Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Emê li Amerîka Serê Xwe Ti Car li Ber Çeteyan Netewînin


Serokê Amerîka Donald bi preskonferansekê dîyar kir Wezareta Dadê û Wezareta Ewlekarîya Navxweyî dê ser bûyerên tundûtûjîyê dest bi lêpirsîneke hevbeş bikin.

Trump da zanîn ku di bûyerên tundûtûjîyê de 100 ji wan li Portland ya Oregonê pirtir 200 kes hatine desteser kirin.

‘’Emê li Amerîka ti car serî li ber pergala çeteyan netewînin. Ger welêt çete birêve bibin, wê gavê ya rast demokrasî miriye’’ Trump got.

Wî, berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden jî bi tawanbarkirina polîs û hêzên ewlekarîyê ve sûcdar kir.

Serok Trump dîyar kir ku bûyerên tundûtûjîyê li bajarên di bin kontrola Demokratan de ji kontrolê derketine û da zanîn ku xwenîşander ne alîgirên aştîyê ne, ew ‘’talankar’’ û ‘’provokator’’ in.

Trump da zanîn ku 13 xebatkarên kempeyna Biden kefaletên ‘’talankar’’ û ‘’serhilda’’yên di girtîgehê de dane û kirine ku ew serbest bimînin.

Serok Trump got ku cîgira Biden, Kamala Harris jî ji alîgirên xwe xwestiye ku heman alîkarîyê bidin ‘’talankar’’ û ‘’serhilda’’yan.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden di mîtînga li Pennsylvania de Serok Donald Trump bi ‘’gurkirina tundûtûjîyê’’ tawanbar kiribû

Joe Biden ser protestoyên li Amerîka yên dijî polîs û nijadperestîyê dîyar kiribû ku jiber ku Trump ‘’bi xwe rê li ber tundûtûjîyê vedike’’, nikare wê bi dawî bike.

XS
SM
MD
LG