Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew encamên îstoxbarata Amerîkî ya ser maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka ya 2016’an qebûl dike.
Trump roja Duşemê, di daxuyanîya bi Serokomarê Rûsya Vladimir Putin de dabû zanîn ku bo maytekirina Moskowê li hilbijartina Amerika ti sedem tune ye.
Ne tenê karbidestên Partîya Demokrat, nûnerên Partîya Komarî jî dijî Trump bertekên tund nîşan dabûn.
Trump, roja Sêşemê da zanîn ku wî di axaftina xwe de şaşî kiriye û xwestîye ku bêje bo ku Rûsya mudaxaleyî hilbijartinê neke, ti sedem tune ye.
Trump dîyar kir ku bawerîya wî bi îstixbarata Amerîkî tam e û da zanîn ku ew dê bo ewlekarîya peyvajoya hilbjartinê bi awayekî xurt dest bi xebatê bikin.
Trump bi berdewamî da zanîn ku maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka, ti bandor li ser encamên hilbijartinê çênekiriye.