Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Xebatkarên Îstixbarata Amerîkî bi Tundî Rexne Dike


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê sazîyên îstixbarata Amerîkî jiber raporên derbarê Îranê bi tundî rexne kir.

Trump dîyar kir ku xebatkarên îstixbaratê ‘’saf û pasîf’’ in û da zanîn ku ‘’ger ew vegerin dibistanê ewê baş be’’

‘’Xebatkarên îstixbaratê, gava mijar tê ser metirsîyên ku Îran çêdike, saf û pasîf dimînin. Lê şaş in!’’ Trump nivîsî.

Wî da zanîn ku Îran muşekan test dike û roj bi roj bi pêşde diçin.

Serokê Amerîkî bang li sazîyên îstixbaratê kir ku bo Îranê baldar bin.

Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka Dan Coats û Seroka Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Gina Haspel roja Sêşemê bi raporekê ji Civata Senatoran re dîyar kiribûn ku Îran bi awayekî teknîkî li gor peymana navokî tevdigere.

Amerîka par ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyabû.

XS
SM
MD
LG