Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Amerîkîyan Dike ku Nijadperestîyê Şermezar Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump ser êrîşên li Teksas û Ohio got ku sedema wan ya sereke lîstikên vîdeoyê yên bi tundûtûjî û problemên di hiş de ye.

Trump li Qesira Sipî ser nijadperestî, tundrêbûn û mezinkirina sipîyan dîyar kir ku ew ‘’îdeolojîyên şeytanî’’ ne.

Wî da zanîn ku divê ew îdolojî werin têk birin.

''Neteweya me divê bi yekdengî nijadperestîyê, tundrêbûnê û fikra ku sipîyan mezintir dibîne şermezar bike''

Di êrîşên li Teksas û Ohio de 29 kes hatibûn kuştin û ji wan 6 kes hemwelatîyên Meksîko bûn.

Serokê Amerîka di axaftina xwe de bo Meksîko jî sersaxî xwest.

Piştî êrîşên li Teksas û Ohio, Demokratan ser kuştinan Trump tawanbar kiribûn.

Demokratan dîyar kiribûn ku Trump bi gotinên xwe tundrêbûn û nijadperestîyê gur dike.

XS
SM
MD
LG