Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Trump Hizira Beşdarîya Hilcivîna APEC'ê Dike


Serok Trump di hilcivîna APEC ya 2017'an de
Serok Trump di hilcivîna APEC ya 2017'an de

Ajansa Reutersê ji zarê karbidestekî Amerîkî ragihand ku Serok Donald Trump plan dike ku beşdarîya hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîk (APEC) bike.

Hilcivîna îsal roja Înê destpê dike û li ber e Serokê Çînê Xi Jinping jî beşdarî bike.

Beşdarbûna Trump ya di hilcivînê, piştî ya yekê ya sala 2017’an de, wê bibe cara duyê ku ew tev li vê hilcivîna girîng dibe.

Trump sala borî ragihandibû ewê pişikdarî li hilcivîna APEcê bike, lê mêvandara hîngê Şîlî (Chile) jiber xwepêşandanên girseyî yên nerazîbûnê xwe ji mazûvanîyê kişandibû û kombûn pêk nehatibû.

Hêjayî balkişandinê ye ku hilcivîna îsal ya APEC ya bi mêvandarîya Malezya tê darxistin û jiber pandemîya korona dîtbarî anku li ser înternetê tê kirin.

XS
SM
MD
LG