Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Serdana Welatên Asya Dîrokî û Pir Serkeftî Bû


Serok Trump li Qesra Sipî
Serok Trump li Qesra Sipî

Serok Donald Trump dîyar kir ku bi gera wî ya Asya, ku du hefte dom kiribû, li cîhanê rêzdarîya bo Amerîka hîn zêdetir bûye.

Serok Trump, di daxuyanîya li Qesra Sipî de bo serdana pênc welatan Asya got ku ‘’dîrokî’’ ye û ‘’serkeftineke mezin’’ e.

‘’Li hemî cîhên ku me serdana wan kir, mazubanên me bi germahîyeke zêde, bi mêvanperwerî û ya girîng jî bi rêzdarî pêşwazîya şandeya Amerîkî kirin’’ Trump got.

Trump da zanîn ku li Çîn, Koreya Başûr, Japonya, Fîlîpîn û Vîetnamê hin peymanên bazirganîyê îmza kirine.

Trump dîyar kir ku hikûmeta Pekînê bo kêşeya Koreya Bakur xwestîye ku hemî alî xebatên xwe yên leşkerî kêm bikin, lê wî ew peşnîyaz red kiriye.

Li gor pêşnîyaza Pekînê, Koreya Bakur dikira xebatên xwe yên navokî sînordar bikira û li hember vê, Amerîka û Koreya Başûr jî dê hîndarîyên xwe yên leşkerî yên li nîvgiravê kêm bikira.

Trump da zanîn ku Serokê Çînê Xi Jinping jî Koreya Bakur li hember welatê xwe wek gefekê dibine.

Serok Trump dîyar kir ku hemî peymanên ku rêvebirîyên Amerîka yên berê bi Koreya Bakur re kirine têk çûne, ew bo hemî alternatîfan amade ye, lê wext jî teng dibe.

Trump da zanîn ku yek ji armancên wî yên sereke bo serdana welaten Asya, geşkirina bazirganîya adil û miqabil bûye. Wî got ku ewê rê nedin bazirganîya ne-adil ya ku derfetê dide hin kesan ku kar û mulkîyetên fikrî yên li Amerîka birevînin derveyî welêt.

Trump serok û rêvebirîyên berî xwe rexne kir û da zanîn ku wan berevanîya berjewendîyên gelê Amerîka nekiriye, lê ewê her tim parastina berjewendîyan bike armanca sereke.

XS
SM
MD
LG