Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump jiber Vîrusa Korona Rewşa Awarte Ragihand


Serokê Amerîka Donald Trump bo vîrusa korona ya bi navê Covid-19 rewşa awarte ragihand.

Trump ew biryar li Qesira Sipî bi preskonferansekê eşkere kir.

‘’Em ketin qonaxeke cuda. Gerek me hin rêbaz biguherandana. Ez bi awayekî fermî îro rewşa awarte radigihînim.’’ Trump got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku bo têkoşîna dijî vîrusa korona ewê foneke bi qasî 50 mîlyar hazir be û bang li karbidestên hemî nexweşxaneyên Amerîka kir ku xwe li gor planên awarte amade bikin.

Li gor axaftina Trump, Amerîka dê heta serê hefteya pêş 500,000 kelûpelên testa vîrusa korona peyda bike.

Ew rewşa awarte ya saxlemîyê ya Trump ragihandiye xwe dispêre Qanûna Stafford.

Dema xisarê mezin, Ajansa Rêvebirina Rewşa Awarte ya Federal (FEMA) li gor pêwîstîyan eyaletan dixebite, û rêvebirîya federal dikare alîkarîya diravî bişîne eyaletên zarar dîtine.

Vîrusa korona li Amerîka heta niha 41 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG