Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku berbijarê wî yê bo wezîrtîya dadê William Barr e.
William Bar di dema seroktîya George H. W. Bush de, ku heftaya borî jîyana xwe ji dest dabû, wezîrê dadê bû.
Wezîrê Dadê Jeff Sessions, meha borî ser daxwaza Trump karvekişîna xwe ragihandibû.
Medya Amerîkî dîyar kiribû ku Trump, jiber ku Sessions dijî vekolîna Rûsya ya ser wî têkoşîn nekiriye, karvekişîna wî xwestiye.