Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku peymana bazirganî ya bi Çînê re didome.
Amerîka û Çînê di 15’ê Çileyê de peymana bazirganîyê îmza kiribûn.
‘’Peymana bazirganî ya bi Çînê re didome. Ez hêvî dikim ku li gor peymanê tevbigerin.’’ Trump nivîsî.
Şêwirmendê Qesira Sipî Peter Navarro ji Fox Newsê re dîyar kiribû ku peymana bazirganî ya bi Çînê re bi dawî bûye.
Navarro dûre jî îdia kiribû ku medyayê gotinên wî bi awayekî şaş şirove kirine.
Hêjayî bîrxistinê ye ku girjîya di navbera Amerîka û Çînê de piştî belavbûna vîrusa korona jinûve bilind bûbû.
Karbidestên Amerîkî ser belavbûna vîrusê Çînê tawanbar dikin û dibêjin ku wan cîhan bi derengî ser vê nexweşîyê agahdar kirine.