Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berbijarên bo Dadgeha Qanûna Bingehîn Eşkere Dike


Serokê Amerîka Donald Trump lîsteya dadgerên ew dikare bo Dadgeha Qanûna Bingehîn bike berbijar eşkere kir.

Trump dîyar kir ku erkdarkirina dadgerên Dadgeha Qanûna Bingehîn karê herî girîng yê serokê Amerîka ye û got ku eşkerekirina lîsteya berbijaran li hember Amerîkîyan berpirsîyek e.

Di nav lîsteya Trump de sê senatorên Komarî hene ku ew Senatorê Teksasê Ted Cruz, Senatorê Arkansasê Tom Cotton û Senatorê Missouri Josh Hawley in.

Serok Trump bang li berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden kir ku ew jî lîsteya xwe eşkere bike û îdia kir ku jiber ku berbijarên wî ‘’çepgirên tundrê’’ ne ew nikare wan ragihîne.

Trump di seroktîya xwe ya çar salan de, di sala 2017’an de Neil Gorsuch û di sala 2018’an de jî Brett Kavanaugh erkdar kiribûn, ku wê demê Trump ji alîyê konservatîfên Partîya Komarî piştgirîyeke girîng sitandibû.

Di Dadgeha Qanûna Bingehîn de li hember 4’an, 5 dadgerên konservatîf li piranîyê ne.

Serok Trump û alîgirên wî Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn John Roberts, ku konservatîf e, jiber ku dijî nêrînên Trump dengan dide car bi car rexne dikin.

XS
SM
MD
LG