Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Berbijara bo Dadgeha Qanûna Bingehîn Dê Jin Be


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê berbijara wî ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn jin be.

Yek ji endamên jin yên Dadgeha Qanûna Bingehîn Ruth Bader Ginsburg roja Înê di 87 salîya xwe de jîyana xwe ji dest dabû.

Trump da zanîn ku ewê berbijara jin vê hefteyê eşkere bike. ‘’Herhal divê ew berbijar jin be, çinku ez jinan ji mêran pirtir hez dikim.’’ Trump got.

Wî ew agahîya ser berbijara jin di mîtîngeke hilbijartinê de ragihand.

Serok Trump di demên borî de ser du dadgerên jin, Amy Coney Barrett û Barbara Lagoa, bi erênî axifîbû.

Ger berbijara Trump ji alîyê Civata Senatoran ve were erkdar kirin, di Dageha Qanûna Bingehîn ya bi 9 endam de dê piranî bi 6 endaman di destê konservatîfan de bimîne.

Endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn heta dawîya emrê xwe karê xwe dimeşînin.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden jî dibêje ku divê serokê nû yê hilbijartî berbijrara nû dîyar bike.

Biden bang li senatorên Komarî jî kir ku bo berbijara Dadgeha Qanûna Bingehîn dengên xwe nedin.

Demokrat bi bîr dixin ku di sala 2016’an de, serokê wê demê Barack Obama bo Dadgeha Qanûna Bingehîn berbijarek dîyar kiriye, lê Civata Senatoran ya piranîya wê Komarî bû, jiber ku ji hilbijartinê re 10 meh mabûn, dengdan nekiribû.

XS
SM
MD
LG