Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Peqîna li Beyrutê Mîna Êrîşekê Ye


Serokê Amerîka Donald Trump ser peqînên li Beyrut ya paytexta Lubnanê got ku ‘’mîna êrîşêke xofdar e’’

Donald Trump di preskonferansa roja Sêşemê de bo gelê Lubnanê sersaxî xwest û dîyar kir ku Amerîka hazir e ku alîkarîya wî welatî bike.

Karbidestên Lubnanê gotibûn ku peqîn jiber amonyum nîtratên li depoyekê çêbûne.

Rojnamevanan di beşa pirs û bersîvan de ji Trump pirsîn ku ''ka ew rind dizane peqînên li Lubnanê êrîş in yan ne.''

‘’Li gor hin generalên me ew peqîn naşibin peqînên sanayîyê. Niha, di vê qonaxê de, her çiqas ew jî rind nizanin jî rewiş wisa xuya dike.’’ Trump got li ser pirsan.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê ragihandibû ku di peqînan de 78 kesan jîyanên xwe ji dest dane û 4000 kesên din jî birîndar bûne.

Jêderên herêmî didin zanîn ku lêgerînên di bin kavilan de didomin û dibe ku hejmara kuştî û birîndar zêdetir bibe.

XS
SM
MD
LG