Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Biden Dike ku Dev ji Sîyaseta Ser Vîrusa Korona Berde


Serokê Amerîka Donald Trump, berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden ser nêrînên wî yên derbarê şewba vîrusa korona rexne kir.

Donald Trump di preskonferansa li Qesira Sipî de dîyar kir ku Joe Biden ‘’naxwaze rastîyên ser vîrusa korona bibîne’’ û got ku ger wan wek wî xwestî serdanên ji Çîn û Ewrupa qedexe nekirina ewê bi sed hezaran kesên din ji wê vîrusê jîyanên xwe ji dest bidana.

Trump da zanîn ku Joe Biden di şewba vîrusa korona de ji jêrzemîna mala xwe derneketiye û dîyar kir ku ewê ne bi xweveşartinê, lê bi tedbîran vîrusê têk bibin.

‘’Yê ez ji Joe re bibêjim ew e, dev ji sîyaseta ser vîrusa korona berde. Li vê derê cîhê partîzanîyê tune’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku ew hewil didin ku jîyanan bifilitînin û pandemîyê têk bibin, û got ku kesên di vê demê de dixwazin skora sîyasî bi dest bixin hene û ew şerm e.

Joe Biden gotibû ku bo sê mehên pêş divê karanîna maskan mecbûr be û ji zarên pisporan dîyar kiribû ku bi wî awayî ewê 40,000 ji mirina ji vîrusa korona bifilitin.

Donald Trump da zanîn ku hemî eyalet ji hev cihê ne û got ku ew karanîna maskan pêşnîyaz dikin, lê mecbûr nakin. Wî got ku girênedana maskan jî azadîyek û da zanîn ku divê azadîya Amerîkîyan hebe.

Serok Trump di preskonferansê de ser lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî peyivî.

Trump bo lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî spasîya serokên wan kir û got ku ew hêvî dikin ku heta sê hefteyan peymana fermî li Qesira Sipî çêkin.

Wî da zanîn ku Îsraîlê, dagikirina hîn cîhên Kenara Rojava sekinandiye û got ku ew bo aştîyê ‘’gaveke wêrek’’ e.

Donald Trump dîyar kir ku Filîstin jî dixwaze ku alîgirê aştîyê be û got ku ew di navbera wî welatî û Îsraîlê de aştîyê dibîne.


XS
SM
MD
LG