Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber E Trump Îşev Rexneyên Giran li Biden Bike


Serokê Amerîka Donald Trump plan dike di axaftina xwe ya îşev ya di kongreya Partîya Komarî de ji dengderên Amerîkî re bêje ku hevrîkê wî yê Demokrat Joe Biden, wekî berbijarek ji partîyek sereke parastin û piştgirîya pêşnîyarên "herî tund" dike.

Herwiha tê pêşbîn kirin ku ewê Donald Trump bi rengekî fermî berbijarîyê Partîya Komarî ya seroktîya Amerîka bo cara duyan li Qesira Sipî bipejirîne.

Trump berê axaftina xwe ya îşev li pêş nêzîka 1500 kesan ya li baxçê Qesra Sipî ragihand ku heya niha ti carî dengder rû bi rûyê tercîhek oqas zelal ya di navbera du partîyan de, du nêrînan de, du felsefe an du bernameyên sîyasî de ne mane.

"Me 4 salên dawî jibo ser rastkirina zarara ku Joe Biden zêdetirê ji 47 salan de pêk anîye, derbaz kir," Trump got.

Trump, ku di anketên neteweyî û li eyaletên qada pêşbirkeyê de li paş Biden xuya dike dibêje ku Partîya Komarî bi rengekî yekbûyî,biryarî pêş ve diçe û amade ye ku pêşwazîya bi mîlyonan Demokratan,kesên serbixwe û her kesê ku bawerîya wan bi mezinahîya Amerîka û bi dilên pak û dirust yên gelê Amerîka heye, bike.

Şêwirmendên sereke yên Trump bawer dikin ku wî di vê hefteyê de rewşa xwe ya sîyasî bi gotarên xwenê ku pesnên karûbarên xwe yên di dema seroktîya wîya bo 3 sal û nîvan ya li Sipî û axaftinên wi yên ku bi tundî hevrikê Joe Biden rexne kirîye, pêş xistîye.

Piranîya şêwirmendên li ser dîkeke ya li hewşa vala ya avahîya Mellon bi dûrahîyeke kurt ji Qesra Sipî disekinin.

Jared Kushner, zavayê Trump û şêwirmendê paye bilind yê Qesra Sipî, di bûyereke ku ji hêla malpera nûçeya Politico ve hate darxistin de ragihand ku gelê Amerîkî ji platforma seok hez dikin.

"Ew ji polîtîkayên wî hez dikin. Ew dixwazin, wekî hûn dizanin, serokek ku dê karan ji derveyî Amerakî bîne. Ew Qanûn û ewlehîyê dixwazin. Ew dixwazin keseke be ku karibe civata wan biparêze," Kushner got.

XS
SM
MD
LG