Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Ohio, Biden li Wisconsinê Çalakîyên Hilbijartinê Didomîne


Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden çalakîyên xwe yên bo hilbijartinên 3’yê Mijdarê didomînin.

Biden di serdana eyaleta Wisconsinê de helwesta Trump ya dijî vîrusa korona rexne kir.

Wî li Manitowoc, li kompanîyeke alumînyumê çêdike, dîyar kir ku Trump li hember şewba vîrusa korona bi ser neketiye û ew di mîtîngan de jî guh nade mesafeya civakî.

Serok Trump jî, ku wek Biden serdana rojavayê navîn ya Amerîka dike, çû eyaleta Ohio.

Biden di axaftinên xwe yên dawî de Trump ser têkoşîna dijî vîrusa korona dike û li alîyê din jî Trump bi axaftinên xwe hewil dide ku piştî mirina dadgera Dadgeha Qanûna Bingehîn Ruth Bader Ginsburg, dadgera nû dîyar bike.

Tijekirina kursîya ku bi mirina Xanim Ginsburg re vala maye, bo konservatîfan girîng e.

Ger berbijara Trump ji alîyê Civata Senatoran ve were erkdar kirin li dadgeha bi 9 kursî, 6 kursî dê yên konservatîfan bin.

Li gor ajansa nûçeyan ya Reutersê, di anketan de, Biden li Wisconsinê li pêş Trump e û li Ohio jî her du berbijar nêzî hev dengan distînin.

XS
SM
MD
LG