Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Trump Dê Îşev Cara Pêşî Rûbirû Biaxifin


Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dê îşev di weşana zindî de rû bi rû cara pêşî biaxifin.

Bernameya nîqaşa her du berbijaran dê di 21:00 de li bajarê Cleveland ya eyaleta Ohio, bi mazubanîya Zanîngeha Case Western Reserve û Klînîka Cleveland çêbe.

Moderatorîya bernameyê dê ji Fox Newsê Chris Wallece bike û bername dê 90 deqîqe bidome. Chris Wallece dîyar kir ku ewê her beşek 15 deqîqe be û ewê di bernameyê de ser şeş mijaran bisekinin.

Mijarên bernameyê dê karên berê yên her du berbijaran, vîrusa korona, Dadgeha Qanûna Bingehîn, aborîya Amerîka, ewlebûna hilbijartinan û protestoyên dijî nijadperestîyê bin.

Trump û Biden berê li pêş bîragiştî ti car nehatibûn ba hevdu. Li ber e ku bi qasî 100 mîlyon Amerîkî bernameya nîqaşê ya Trump û Biden temaşe bikin.

Her du berbijar dê di 15’ê Cotmehê de li Miami ya Florîda û di 22’yê Cotmehê de jî li Nashville ya Tennessee rûbirû nîqaşê bikin.

XS
SM
MD
LG