Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Rêvebirîya Xizmetên Giştî Xwest ku Dest bi Karên bo Qonaxa Biden Bike


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku wî ji Seroka Rêvebirîya Xizmetên Giştî (GSA) Emily Murphy xwestiye ku dest bi meşandina karên bo qonaxa Serokê hilbijartî Joe Biden bike.

Trump bo welatperwerîya Emily Murphy spasîya wê kir û got ku ew bi gefan, destdirêjîyan û îstismaran re rûbirû maye.

''Ez ji Emily û tîma wê dixwazim ku bo protokolên pêşî çi pêwîst e bikin û min ji tîma xwe jî xwest ku heman tiştî bikin.'' Trump nivîsî.

Biden berî twîtên Trump yên ser qonaxa derbazbûnê dest bi eşkerekirina kabîneya xwe kiribû.


XS
SM
MD
LG