Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma Trump Bo Betalkirina Encamên Hilbijartinên Georgia Doz Vekir


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Navenda helmeta Donald Trump ragihand ku wan roja Înêyê bi armanca betalkirina encamên hilbijartina serokatîyê li dadgeha eyaleta Georgia doz vekirîye.

Ev doz, di peyvojaya serlêdanên hiqûqî ya Donald Trump yên bo guhertina hindakirina xwe ya hilbijartina seroktîya Amerîka de, doza herî dawî ye. Lê, serok Trump heya niha ji wan dozan ti encamên erênî wernegirtiye.

Helmeta Trump di daxuyanîyekê de got ku di doza nû de , ewê daxuyanîyên sondxwarî yên niştecîhên eyaleta Gergia yên bi îdayên tawanên sextekariyê dikin, hene.

Brad Raffensperger, karbidestê herî bilind yê hilbijartinê li eyaleta Georgia, ku mîna Trump Komarî ye, karbidestên din yên eyaletê bi dubarekî dîyar kirin ku wan di hilbijartinên seroktîya Amerîka de, di derbarê sextekarîyê ti delîl nedîtinin.

Dozên ku ji alîyê tîma Trump û kesên ku piştgirîya wî dikin, tevî dozên li Nevada û Wisconsin hatin vekirin jî yên ku bi armanca betalkirina encamên hilbijartinê yên wan eyaletan, heya niha li seranserê Amerîka ji hêla dadgehan ve hatin ret kirin.

Serokê hilbijartî Joe Biden di hilbijartinan de bi 306 delegeyên Destejaya Hilbijêran (Electoral College) ku bo qezenckirina seroktîyê 270 hilbijêr pêwîste, bi ser ket.

Serokê niha Donald Trump jî 232 delegeyên Destejaya Hilbijeran wergirt.

Kempanya Trump jibo serlêdanên dadmendî yên bi armanca guhertina encamên hilbijartinê nêzî 9 mîlyon dolaran xerc kirîye, ku di nav de nêzî 2.3 mîlyon dolaran bo parêzer û şêwirmendan hatîye dayîn.

Kampanya û Komîteya Neteweyî ya Komarî ji roja hilbijartinê vir ve herî kêm 207.5 mîlyon Dolar berhev kirîye, piranîya wan diravan jiber daxwaza alîkarîya "Fona Parastina Hilbijartina Fermî" hatîye bexşandin.

Agahîyên bi hûrgulî û pêzanînên hene eşkere kir ku piranîya dravan dê bi pêşengîya komîteya çalakîya sîyasî ya nû ya Trump, ku dikare xebatên wî yên pêşerojê xurt bike, were xerc kirin.


XS
SM
MD
LG