Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Biden di Dîbeyta Yekê de Derketin Hember Hevdu


Serokê Amerîka Donald Trump û berbijarê Demokrat Joe Biden di gotûbêja yekê televîzyonî de li bajarê Cleveland ya istana Ohio derketin pêş hilbijeran.

Gotûbêja televîzyonî ya hilbijartina seroktîyê ku li Amerîka wek dîbeyt tê zanîn, bi moderetorîya rojnamevanê navdar Chris Wallace hate encamdan.

Di dîbeyta yekê de her du berbijaran derheqa şeş mijarên curcicur yên wek Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka, COVID-19, rewşa ekonomîya Amerîka, kêşeya nîjadprestî, ewlehîya pêkanîna hilbijartinên Amerîkî û rewşa kesane hatin nîqaş kirin.

Di dîbeytê de babeta yekê ser Dadgeha Qanûna Bingehîn bû ku Trump dadwer Amy Coney Barrett destnîşan kir ku kursîya vala ya piştî mirina dadwer Ruth Bader Ginsburg dagire.

“Me hilbjartin qezenc kir û encamên hilbijartinê hene” Trump got.

Biden bersîva wî da û got ku “mafê gelê Amerîkî heye ku xwedîyê gotinê be û divê em li benda hilbijartinê bin ku serokê nû dadwerekî nû hilbijêre.

Rêvebirê dîbeytê Wallace mijara vîrusa korona ji berbijaran pirsî û pêşî ji mafê bersîvê da Biden.

Wî got ku Trump ji rewşa heyî ya korona berpirs e jiber ku ew guhdarîya zanistan nake û tevî ku wî dizanîbû ku korona xetetîyeker mezin e wî pênasînê bi wê yekê nekir û tedbîrên pêşîgir negirtin.

Trump jî got ku ew bi zanistên ku bi mijara korona berpirs re peyîvîye û di demeke nêzîk de vaksînek (perpûn/derzi) amade be.

Derbarê mijara baca federal ya dahatîyê de bîma saxlemîyê, Wallace ji Trump re pirsî ku rast e ku wî di sala 2016 û 2017an de tenê 750 dolar bac daye. Trump red kir û got ku wî bi mîlyonan dolar bac daye.

Biden jî ji Trump re got ku divê ew belgeyên dayîna bacên federal bi bîragiştî re parve nake.

XS
SM
MD
LG