Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê Serokê nûhilbijartî yê Brezîlya Jair Bolsonaro pîroz kir.
Trump dîyar kir ku Bolsonaro ser destpêkirina karê xwe axaftineke ‘’pir baş’’ kiriye û Amerîka dê piştgirîya Brezîlya bike.
Bolsonaro, ku rastgirekî tundrê ye, di axaftina xwe de dabû zanîn ku ewê dijî îdeolojîya çep, perexwarin û bertîlan têkoşînê bikin û Brezîlya ji kêşeyên aborî derxînin.
Trump bo li merasîma sondxwarinê ya Bolsonaro hazir be, Wezîrê Derve Mike Pompeo şandibû wî welatî.