Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îro Diçe Ser Tixubê Meksîko


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê diçe Teksasê ku rewşa tixubê Meksîko li ser erdê bibîne.

Serok armanc dike ku bi vê seredana bajarê McAllen ya Teksasê, di doza avakirina dîwarê ser sînor de destê xwe xurt bike.

Trump Kongresê xwestibû ku 5.7 mîlyar dolar dirav jibo avakirina dîwara ser sînorê Meksîko têxin nav budceyê, lê piştî ku ew daxwaz nehat pejirandin, wî biryara daxistina hikûmetê dabû.

Hin beşên hikûmeta federal, ew 20 roj in ku daxistî ne û bi sed hazar karmendên hikûmetê nikarin herin ser karên xwe û pere wernagirin.

Çavdêr ne geşbîn in ku di demeke nêzîk de lihevkirinek li ser dirava avakirina dîwar û jinûve vekirina hikûmetê hebe.

Avakirina dîwarê ser tixubê Meksîko, di dema kempeyna seroktî de yek ji sozên serekî yên Trump bû û cîhanîna wê sozê ji wî re pir girîng e.

Trump gotibû ku ger daxwaza wî ya çêkirina dîwar neyê qebûl kirin, ewê bê dudilî hikûmetê daxe.

XS
SM
MD
LG