Serokê Amerîka Donald Trump, Serokwezîra Brîtanya Theresa May jiber stratejîya Brexitê bi tundî rexne kir û dîyar kir ku dibe ku peymana bazirganîyê ya di navbera Washington û Londonê de xirab bibe.
Serok Trump ji rojnameya The Sun ya Brîtanya re dîyar kir ku ger ew piştî Brexitê bi Yekîtîya Ewrupa (YE) peywendîyên baş çêkin, ewê li şûna Brîtanya ji yekîtîyê re danûstandinan bikin.
Trump da zanîn bi wî awayî dibe ku peymana bazirganîyê di navbera Washington û Londonê de, ku hîn plana wê tê kirin, pûç bibe.
Trump dîyar kir ku ger ew li şûna May bûya wîyê Brexit bi awayekî din çêkira û got ku ‘’Min ji Theresa May got ku divê çi bike, lê guh neda min’’
Serok Trump da zanîn ku planên May ji referanduma Brexitê ya ku gel pejirandibû cihê ne.
Trump pesna Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson da, ku roja Duşemê jiber nepejirandina stratejîya Brexitê karvekişîna xwe dabû, û got ku ‘’Li gor min ewê serokwezîrekî pir baş be’’
Serok Trump di çarçoveya serdana Brîtanya de, ku dê çar roj bidome, do Pêncşemê li Qesra Bleheim ya nêzî Oxfordê, bi May re beşdarî merasîma xwarinê bû.
Trump û May dê îro Înê li Buckinghamshire û Chequers danûstandinên xwe bidomînin. Her du rêber dê ser peymana bazirganîyê ya dualî ya piştî Brexitê biaxifin.