Serokê Amerîka Donald Trump, Serokwezîra Brîtanya Theresa May ser kêşeya veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) rexne kir.
Trump da zanîn ku Xanim May guh nedaye şîretên wî û li gor wan tevnegerîyaye.
Wî berî hevdîtina bi Serokwezîrê Îrlanda Leo Varadkar re dîyar kir ku Xanim May danûstandinên ser Brexitê nikare birêve bibe.
‘’Ew pêyvajoya xirab surprîz bû lê min ser danûstandinan hin şîret dabûn May, bes wê guhdarîya min nekir. Ne xem e. Wê tiştên divê ew bike kir. Lê li gor min wê dikaribû bi awayekkî din Brexit birêve bibira’’ Trump got.
Trump da zanîn ku piştî veqetîna ji YE’ê ew bi Brîtanya re peymanake berfireh ya bazirganîyê bikin.
Trump Serokwezîra Brîtanya Ser Danûstandinên Brexitê Rexne Dike
