Serok Donald Trump serdana eyaleta California ya daristanên wê dişewitin, kir. Trump li Sacramento ya paytexta eyaleta California, li McClellan Parkê, ku berê bingeheke esmanî bû, bi walîyê eyaletê Gavin Newsom re hevdîtinek çêkir.
Berî serdana Trump, nîqaşên ser guherîna îqlimê û bandora wê ya bo şewatên daristanan jinûve gur bûbûn.
Newsom di hevdîtinê de bal kişand ku li wan îsal li California havîna herî germ ya di dîroka eyaletê de dîtiye û dîyar kir ku guherîna îqlimê ‘’rastîyek’’ e.
Serok Trump dema pirsên ser ‘’guherîna îqlimê û bandora wê ya li şewatan’’ bersîvand, dîyar kir ku ew daristan ji îqlimê pirtir jiber kêşeyên rêvebirinê dişewitin. Trump da zanîn ku ew dikarin kêşeyên revebirina daristanan bi lezgînî çareser bikin û dîyar kir ku ewê têkoşîna dijî guherîna îqlimê dirêjtir biajo.
Wî walîyên Demokrat jiber paqijnekirina pelgên hişk yên li daristanan rexne kir û da zanîn ku agir jiber wan mezin dibe.
Newsom dîyar kir ku di rêvebirina daristanan de hin kêşeyên wan hene û got ku jiber ku 3’ê ji sedê erdên bi daristan yên eyaletê ne ew ji hikûmeta federal dîyalog û destekê dixwazin.
Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden jî di çalakîyeke li Delawere de Trump ser şewatên daristanan rexne kir û dîyar kir ku bo guherîna îqlimê divê demûdest tedbîr werin sitandin.
Biden îdia kir ku ger Trump jinûve were hilbijartin ewê şewatên daristanan bidomin û pirtir bibin.