Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Kesên ku Wezareta Dadê û CIA Rêve Bibin Eşkere Kirin


Sessions û Pompeo
Sessions û Pompeo

Serokê hilbijaretî yê Amerîka Donald Trump bo posta wezareta dadê Senatorê eyaleta Alabama Jeff Sessions bijart.

Sessions ku ji 19 salan vir ve senatorî dike, berê jî li Alabama wek wezîrê dadê ya wê eyaletê kar kiribû. Ew bi nêrînên xwe yên tund ya derbarê koçberîyê tê nasîn û bi her awayî dijî wê yekê ye ku koçberên neqanûnî bibin hemwelatî.

Sessions yek ji wan kesan e ku di destpêkê de piştgirî dabû kempeyna Trump û berevanî li awakirina pêşnîyara Trump ya avakirina dîwara ser sînorê Meksîka kiribû.

Hêjayî balkişandinê ye ku bijartina Sessions di nav rêxistinên mafên mirovan de bû cîhê nerazîbûnê û şîroveyên wî yên nîjadprerest bûbû sedem ku Senato di 1986an de nepejirandibû ku ew bibe dadwerê federal.

Trump bo rêvebirina Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA), Kongresmen Mike Pompeo bijart ku bi rexneyên tund yên hember rêvebirîya Obama tê nasîn.

Pompeo yê 52 salî gêra sisêyan e ku wek Kongresman li Civata Nûneran kar dike û bere di leşkerîya Amerîkî de serbaz bû. Ew endamê Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran e û jber bûyerên Bîngazî ku balyozê Amerîkî û sê dîplomat tê de hatibû kuştin, rêvebirîya Obama bu tundî rexne dikir.

Li gor qanûnên Amerîkî, divê Civata Senatoran navê Sessions û Pompeo erê bike ku ew bikaribin dest bi kare xwe yê nû bikin. Di Senatoyê de 100 endam hene û 51 ji wan Komarî ne.

Trump bo posta şîretvanîya ewlekarîya netewî, ku karekî pir girîng ya li Qesra Sipî ye, serokê berê ya îstixbaratî ya leşkerî Michael Flynn bijart.

Flynn jî rexnegirekê xurt ya polîtîkayên derve ya rêvebirîya Obama ye û wî gelek caran peyamên tund li hember Obama dabûn.

Flynn 58 salî ye û ew di sala 2012'an de bûbû dîrektorê Ajansa Îstixbaratî ya Wezareta Berevanîyê û piştî du salan jiber cudabîrîyên wî yên bi rêvebirîya Obama ve, taybetî jî li ser sîyaseta derve û şerê dijî DAIŞ'ê, karkenar bûbû.

Flynn di dema kempeyna hilbijartinê de, li ser mijarên ewlekarîya netewî şêwirmendî ji Trump re kiribû û hin caran pir jiber şîroveyên wî yên tûj, bi tundî hatibû rexne kirin.

XS
SM
MD
LG