Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: CIA Nabêje ku Fermana Kuştina Xaşiqcî Prensê Cîgir Daye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) hîn dîyar nekiriye ku fermana kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî kê daye.

Washington Post yê Amerîkî îdia kiribû ku li gor CIA’yê Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Muhammed Bîn Selman xwestiye ku Xaşiqcî were kuştin.

Trump li Florîda, dema pirsên rojnamevanan bersîvandin, piştgrîya bo Prensê Cîgir Muhammed Bîn Selman dubare kir û da zanîn ku prens û bavê wî Qral Selman jî nûçeyên ku îdia dikin ku wan fermana kuştina Xaşiqcî daye, bi tundî red dikin.

Serokê Amerîka da zanîn ku CIA nabêje ku wan Xaşiqcî kuştiye, tenê hin tiştan nîşan dide û li gor wan nîşanan dibe ku ew kuştinkarîya wan kiribe û dibe ku wan nekiribe jî.

Li ser pirsa ‘’Berpirsê kuştina Cemal Xaşiqcî kî ye?’’, Trump got ku ‘’Belkî jî divê cîhan were tawanbar kirin, dinê cîhekî pir û pir hovane ye.’’

XS
SM
MD
LG