Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Serdana Çînê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump û rêberê Çînê Şi Jingping, piştî pêşwazîya bi îhtîşam ya li Pekîn ya paytaxt dest bi hevdîtinê kirin.

Li ber e ku Trump di hevdîtinê de ser rawestandina armancên navokî yên Koreya Bakur biaxife.

Çîn hevalbenda pêş ya rêvebirîya Pyongyangê ye. Amerîka ji Çînê dixwaze ku zextên li ser Koreya Bakur zêdetir bike, lê Pekîn dîyar dike ku çi ji dest tê dike.

Li ber e ku her du rêber ser bazirganîya kêm ya di navbera Amerîka û Çînê de jî biaxifin.

Serok Trump, di serdana xwe ya Asya de berê bang li Koreya Bakur kiribû ku bernamaya xwe ya navokî rawestîne. Wî gotibû ku ‘’me neceribînin’’ û Koreya Bakur bo ku dijî Amerîka û cîhanê provokasyonan neke hişyar kiribû.

Trump piştî hevdîtina bi Şi Jinping re dê bi bazirganên Çînê re rûne û êvarê jî dê beşdarî şîveke fermî bibe.

Serok Trump bo pêşwazîya bi îhtîşam ya li Pekînê, ji Twitterê du car bo serokê Çînê spasî nivîsî.

Twitter li Çînê qedexe ye. Serok Trump heta niha ji Çînê çar twît nivîsîn. Karbidestekî Qesra Sipî berê dîyar kiribû ku Trump ‘’çi bixwaze dê binivîse’’

Serokê Amerîka, piştî Çînê dê serdana Vîetnam û Fîlîpînê bike.

.

XS
SM
MD
LG