Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Trump li Bankayeke Çînê Hesab Vekiriye


Rojnameya New York Times ya Amerîkî ragihand ku Serok Donald Trump hebûna hesabê xwe yê li bankayeke Çînî qebûl kiriye.

New York Timesê da zanîn ku Trump di sala 2013 û 2015’an de ji hesabê Trump International Hotels Management bac daye Çînê.

Berdevikekî Trump got ku ew hesab bo ‘’kişfkirina potansîyela karên otelan yên li Asya’’ hatiye vekirin.

Trump, ku naxwaze kompanîyên Amerîkî bi Çînê re hevkarîyê bikin, dijî wî welatî dest bi şerekî bazirganîyê kiribû.

New York Times, hebûna wê hesabê li Çînê, di ser qeydên bacê yên Trump re ragihand.

Wê rojnameyê di nûçeyên xwe yên berê de jî dîyar kiribû ku Trump di sala 2016 û 2017’an de li Amerîka bi tenê 750 dolar bac daye.

Li gor rojnameya New York Timesê, Trump bi hesabê li Çînê 188,561 dolar bac daye.

Trump di rojên borî de kurê berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden, Hunter Biden jiber peywendîyên bazirganî yên bi Çînê re rexne kiribû.

XS
SM
MD
LG