Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Wezîrê Min yê Dadê Tune


Serokê Amerîka Donald Trump ser Wezîrê Dadê Jeff Sessions got ku ‘’wezîrê min yê dadê tune’’

Trump ew gotin di Hill TV ya li Kongresê de kir û Sessions jiber vekişîna ji vekolîna Rûsya careke din rexne kir.

Trump dîyar kir ku ew ji helwesta Sessions ya ser koçberîyê jî ne razî ye.

‘’Wezîrekî min yê dadê tune, ew xemgînîyeke mezin çêdike’’ Trump got.

Trump ser pirsa dê ew Sessions ji kar dûr bixîne yan na, got ku ‘’Em dê bibînin çi diqewime. Gelek kes dibêjin divê ez wisa bikim’’

Wezîrê Dadê Jeff Sessions hîn bersîva gotinên Trump nedaye.

XS
SM
MD
LG