Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran di Dadgeha Duyan ya Împîçkirinê de Trump Bêtawan Derdixe


Dengdana li ser Împîçkirina Trump di Civata Senatoran de
Dengdana li ser Împîçkirina Trump di Civata Senatoran de

WASHINGTON – Civata Senatorên Amerîkî roja Şemiyê di dadgehkirina duyan di salekê jibo împîçkirina serokê Amerîka yê berê Donald Trump ji aliyê hevalbendên wî yên Komarî hat red kirin, û gotin ew ne sûcdare jiber biserdagirtina avahiyê Kongresê (Capitol Hill) de, di 6ê Rêbendana ji aliyê aligrên wî.

Civata Senatoran pirsa dadgehkirinê xiste di dengêdanê de di ecam de 57 dengên erê li hember 43 dengên na Trumnp bê tawan derçû, ji 50 senatorên Komariyan 7 endam tevlî yekgirtina Demokratan bûn bo împîçkirinê, lê dengdan biserneket jiber ku nikarbûn xwe bigehînin piraniya du-sêyeka dengên civatê yên pêwîst bo tawanbar dîtina Trump jibo haydana wî ya biserdagirtina Kongresê, piştî 5 rojên dadgehkirinê di heman avahiyê ku ailîgirên Trump 6ê Rêbendanê bi çend demjimêran piştî gotara Trump ya agirîn, biser Capitol Hill de girtbûn. Civata Senatoran pêwîstî bi 67 dengan hebû heta Trump sûcdar bihê dîtin.

Senatorên Komarî yên ku tevî demokratan bibûn jibo tawanbar kirina Trump ev bûn; Senator Richard Burr ji North Carolina, Bill Cassidy ji Louisiana, Susan Collins ji Maine, Lisa Murkowski ji Alaska, Mitt Romney ji Utah, Ben Sasse ji Nebraska û Pat Toomey ji Pennsylvania.

Şemiyê sibê zû, civata senatoran gihabûn lihevhatinekê ku dîdevan nepêwîste li dadgehê amade bibin.

Piştî Bêtawan Hat Dîtin Donald Trump Çi Got?

Piştî encamên dengdanê derketin, serokê berê yê Amerîkka Donald Trump daxuyaniyek weşand û tê de sopasiyên xwe pêşkeşî tîma parêzera û berevankaran kir û got "Ji kuratiya dilê xwe gelek sopasiya wan senator û endamên kongresê yên Komarî dikim ku di vê dosyayê de bi serbilindî berevanî ji destûr û wan niraxên yasayî kir ku di dilê welatê me de ne".

Serokê Berê Donald Trump
Serokê Berê Donald Trump

Wek tê zanîn ku ev cara duyane di maweyê salekê de Donald Trump ji aliyê civata senatorên Amerîkî vet ê dadgehkirin bi aramnca Împîçkirin.

Lê herdu caran dengên pêwîst bo tawabar kirina Trump nehatin bidest xitin. Di herdu caran de Mitt Romney senatorê eyleta Utah deng li dij daghekirina jibo împîçkirina Trump da.

Helwesta Mitch McConnell

Her çende ew li dij bo ku Trump bihê împîçkirin, lê Rêberê Kêmaniya Komariyêan di Civata Senatoran de, Mitch McConnell daxuyaniyek tûj weşand û bang li birêz Trump kir û got "bi pratîkî û exlaqî berpirsiyar" e, ji ajawegêriyê û biserdagirtina Kongresê.

Mitch McConnell Lîderê Kemaniyên Komarî di Civata Senatoran de
Mitch McConnell Lîderê Kemaniyên Komarî di Civata Senatoran de

Lê wî got ku ew nabîne pirsa dadgehkirina jibo Împîçkirina Trump bo cara duyan pirsek destûrî be, lê dîsa got. "Mirovên ku avêtin ser wê avahiyê bawer dike ku li gor fermanên serokê xwe tevdigerin" McConnell got.

Senatorê Maryland Jamie Raskin Rêvebirê serokatiya dadgehkirina Trump jibo împîçkirina duyê, li hember civata senatoran berî dengdanê got "Eger ku ev nebe sedema tawabar kirinê, eger ku ev tawana mezin ya li dijî komarê Welatên Yekgirtî yên Amerîka pa dê çi bibe."

Jamie Raskin Rêvebirê Dadgeha Împîçkirina Trump
Jamie Raskin Rêvebirê Dadgeha Împîçkirina Trump

Herwiha Raskin ot "Divê jibo ewlekarî û demokrasiya gelê me Trump tawanbar bihê dîtin".

Demokratan ji derveyî 7 endamên komarî yên deng li dij Trump dabûn, pewîstî bi 10 dengên din yên endamên Komarî hebû heta ku Trrump tawanbar bihê dîtin û di dadgheke ku 5 rojan dom kirîye bihê împîçkirin.

XS
SM
MD
LG