Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Serdana Danîmarka Betal Kir


Serokê Amerîka Donald Trump piştî ku Danîmarka da zanîn ku ewê Grînlandê nefiroşin, serdana li wî welatî betal kir.

Serokwezîrê Danîmarka Mette Frederiksen ser fikra kirîna Grînlandê gotibû ku ‘’absurd’’ e.

Trump ji Twitterê dîyar kir ku Frederiksen gotina xwe bi awayekî eşkere gotiye û spasîya wî kir.

Wî da zanîn ku gera li Danîmarka, betal kiriye. Qesira Sipî jî piştre betalbûna gera Danîmarka piştrast kir.

Trump dê roja Duşemê biçûya Kopenghag ya paytexta Danîmarka.

XS
SM
MD
LG