Serokê Amerîka Donald Trump piştî ser îdiayên derbarê jikardûrxistinê preskonferansek li dar xist.
Trump di preskonferansê de da zanîn ku wî di axaftina bi Serokomarê Ukrayna Vladimir Zelensky de dijî ti kesan gef nexwarine.
‘’Min dijî ti kesan gef nexwarin. Rêberê Ukrayna jî ez jibo ti tiştî nedam zorê. Ew îdia gotinên pûç in’’ Trump got.
Wî da zanîn ku bo peyvajoya jikardûrxistinê bi taybetî dema Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye bijartin û dîyar kir ku ew plankirî ye.
Serokê Amerîkî da zanîn ku gavên Demokrat diavêjin zararê dide Amerîka û dîyar kir ku ew naxwaze ku tiştên bi serê wî de hatine bi serê serokên din de jî werin.
Trump îdia kir ku Demokrat dizanin ku ew nikarin di hilbijartina seroktîyê ya 2020’an de bi ser kevin û jiber vê wan tiştekî wisa kiriye.
Qesira Sipî hûrgilîyên axaftina Trump û Zelensky eşkere kiribû, lê Trump dîyar kir ku ew bi giştî dijî eşkerebûna axaftinan e.