Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Serok Trump Dê Dengê Xwe yê bo Hilbijartinên 3'yê Mijdarê Roja Şemîyê Bide


Qesira Sipî ragihand ku Serok Donald Trump dê dengê xwe yê bo hilbijartinên 3’yê Mijdarê, di 24’ê Cotmehê de li Florîda bide.

Cîgirê Berdevikê Qesira Sipî Judd Deere bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku dengê Trump li West Palm Beach ya Florîda ye û ew dê dengê xwe bi awayekî pêşwext bikar bîne.

Deere dîyar kir ku li Florîda peyvajoya dengê pêşwext roja Duşemê destpê kiriye û Trump jî dê roja Şemîyê dengê xwe bide.

Florîda bo encamên hilbijartinan yek ji eyaletên krîtîk e ku di anketên dawî de berbijarê Partîya Demokrat Biden li wir li pêş e.

XS
SM
MD
LG