Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bihayên hin Dermanan Kêm Dike


wêne dermanên bi reçete nîşan dide
wêne dermanên bi reçete nîşan dide

Rêveberîya serokê Amerîka Donald Trump roja Înîyê bi biryanameyekê bihayên gelek dermanên bi raçêtê têne standin daxist ku Amerîkî jibo wergirtina wan dermanan gelek dirav xerc dikin.

Serok Donald Trump di dîyarkirina sîyaseta nû ya di derbarê bihayên dermanan de li Qesra Spî bal kişand ser dijberîya alîgirên û lobîyên kompanîyên dermanan û bi îhtîmala astengkirina rêveberiya Biden destnîşan kir.

Trump got.

" Kompanîyên dermanan ji min pir hez nakin. Lê, hewce bû ku em vê bikin. Ez tenê hêvî dikim ku ew wê ragirin. Ez hêvî dikim ku cesareta wan hebe ku wê biparêzin,"

Du biryarên dawîn, ku demeke dirêj e têne çêkirin, wiha ne :

1- Bihayên dermanên ku li ofîsa doktor têne dayîn ku Medicare diravê wan dide, ewê girêdayê bihayê herî kêm ya ku di nav komek welatên di warê aborî de pêşketî de tê dayîn, be.

Ji vê re nêzîkatîya " neteweya herî pir hatî ye tercîh kirin " tê gotin.

Ev yek di nav dewletan de bi peymanên dualî û piralî derfeta bazirganîya dermanan saz dike. Jibo bihayên dermanan, ev tê vê wateyê ku bihayên navneteweyî yê bikar tînin da ku lêçûnên derman kêm bikin û bihayan erzantir bikin.

Rexnegirên ku piştevanîya pîşesazîya dermanan dikin re, ku vê şewazê dişibînin sosyalîzmê, bi tundî hemberî vê nêzîkatîyê ne.

Rêvebirîya Trump pêşbînî dike ku ew dikare di nav heft salan de, bi saya dayîna diravên hindiktir ya bo saxlemîyê, 28 mîlyar dolaran biparêze.

Ev biryar, dê ji 1'ê Çile ve bi bandor be.

2- Divê dermançêker, di dayîna dermanên navnîşan de jibo kesn ku qeydên wan li Medicare hene, erzanîyan bikin.

Niha, ev erzanîyana jibo kompanîyên bîmên saxlemîyê û navbeynkarên wek bi navê rêveberên berjewendîyên dermanan têne zanîn, têne kirin.

Kompanîyên bîmên ku reçete ya Medicare ya Beşa D didin, dibêjin ku dê ev prîmanan şabaşan zêde bike.

Ofîsa budceya Kongreya ne partîzanî pêşbînî dike ku ewê ev biryar di nav 10 salan de lêçûnên bacderan qasî 177 mîlyar dolaran zêde bike.

Rêveberiya Trump vê yekê qabûl nake e û dibêje ku bi vê biryarê kesên nexweş dibe ku bikaribin heya ji % 30 diravî feyde bigirin.

Ev biryar, dê ji 1'ê Çileya 2022'an ve bi bandor be.

Hêjayî balkişandinêye ku , di demek wiha nezelal ya sîyasî de, zor e ku mirov bibêje gelo biryara erzankirina dermanan ewê li hemberî dijwarîya qanûnî ya ji pîşesazîya dermançêkirinê bikaribe were bikar anîn an rêveberîya serokê bijartî Joe Biden dê wan qebûl bike, biguherîne an jî hewl bide ku wan bi tevahî betal bike.

XS
SM
MD
LG