Ji hevdîtina Serok Donald Trump û Demokratan, ku bo vekirina hikûmeta girtî kom bûbûn, ti encam derneket.
Trump ser hevdîtinê got ku ‘’rind’’ derbaz bûye, lê Demokratan dîyar kir ku di hevdîtinê de ‘’dijwarî’’ çêbûye.
Serok Trump dîyar kir ku ‘’Dibe ku hikûmet bi mehan yan bi salan girtî bimîne, lê dibe ku kêşe di demeke kin de were çareserkirin’’
Hikûmeta Amerîkî 14 ro ne girtî ye û bandora wê li ser 800,000 xebatkarên federal heye.
Trump berî bi rêberên Kongresê re bicive bi nameyekê ji endaman re careke din da zanîn ku divê li sînorê Meksîko çêbe.
‘’Dîwar kêrî tiştan tê, kesên dewlemend û bi hêz jiber vê li dora malên xwe dîwaran ava dikin’’ Trump di nameyê de nivîsîbû.
Trump, piştî kombûnê, di preskonferansa berfireh de jî berevanîya avakirina dîwêr kir.
Wî da zanîn ku bo ewlekarîya neteweyî divê li sînorê Meksîko dîwar were çêkirin û got ku ‘’Gerek serokên berê min ew dîwar çêkirina’’
Piştî axaftina Trump, cîgirê wî Mike Pence jî peyivî. Pence dîyar kir ku dê dawîya hefteyê jî hevdîtinên bi rêberên Kongresê re bidomin.
Pence bi bîr xist ku li sînorê başûr ‘’kêşeyên mezin’’ hene û da zanîn ku her roj li wê sînorê 2000 kes tên girtin yan rawestandin.