Serokê Amerîka Donald Trump îro ragihand ku ew bi rewşa danûstandinên berdewam yên ligel Koreya Bakur ku armanc dike dawî li programa wê ya navokî bîne, "gelek dilgeş e."
"Di nav neh mehên borî de ji hêla Koreya Bakur ve ne roketek hatiye avêtin, ne jî ceribandineke navokî hatiye kirin. Japonya dilgeş e, tevahîya Asya bextewar e," Trump li ser Twitterê got.
Wî careke din dezgehên medya Amerîkî tawanbar kir ku nûçeyên derewîn belav dikin.
"Lê, Nûçeyên Derewçî, bê ku li min bipirsin, dibêjin ku (bi jêderên nenavkirî) ez hêrs bûme jiber ku danûstandin bi qasî ez dixwazim lêzgîn bi rê ve naçin. Çewt e, pir çewt e!"