Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Û Erdogan bi Telefonê Axifîn


Trump û şêwirmendê wî li Qesra Spî
Trump û şêwirmendê wî li Qesra Spî

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê bi telefonê axifîn.

Qesra Spî dîyar kir ku Trump û Erdogan ser têkoşîna li dijî terorê peyivîne.

''Serok Trump careke din da zanîn ku ewê piştgirîya jibo Tirkîyê bidomînin, ku ew hevalbenda wê ya NATO ye. Serok, jibo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya Tirkîyê jî razîbûna xwe nîşan da'' Qesra Spî xuya kir.

Axaftina telefonê bi qasî 45 deqîqeyan dom kiriye lê eşkere nebû ku wekî din ser çi hatiye peyivîn.

Enqerê jî li ser axaftina Trump û Erdogan daxuyanîyek da.

''Serokomarê me yê rêzdar, jibo Trump serfirazî xwest û destnîşan kir ku Tirkîye û Amerîka, dostên ku her tim bi hevalbendîyê bi hevdu ve girêdayî ne.''

XS
SM
MD
LG